Li Balekayetî hezar berû hatin çandin

În, 1 Nov 2019 – 21:10  ÇOMAN / ROJNEWS

Li Balekayetî hezar berû hatin çandin

Li herêma Balekayetî jîngehparêzan bi amanca keskkirina jîngehê hezar berû çandin.


Li qûntara çiyayê Hesar Sekran ê herêma Baleyaketî nêzî 50 jîngehparêzên ser bi Navenda Çandê ya Çomanê dest bi pêngava çandina berûyan kirin. Ji ber ku îsal ji ber şewatê gelek ziyan gihîşt daristanan ev pêngav dan destpê kirin. Hezar berû çandin.

Berpirsê  Navenda Çandê ya Çoman Pêşewa Feqî diyar kir ku wê ev pêngav her sal pêk were û wê salene hezar berûyan biçînin û got;”Li vê herêma ku me dest bi çandina berûyan kiriye, îsal ji ber şewatê nêzî 5 hezar darên berû şewitîn. Em dixwazin bi  çandina berûyan vê tazmînata wê ziyanê bidîn. Em ê ser sal li cihekî cuda dest bi pêngavê bikin. Armanca me keskkirina jîngehê ye.”

Jîngehparêzan daxwaz ji xelkê kirin ku rêzê li jîngehê bigirin û li şûna şewitandin û birîna daran, daran biçin û kesk bikin.

 

 

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist