Li Balekayetî sê demsalan kaşûnbazî heye

Balekayetî, yek ji cihên ku sê demsalan li çiyayên wê berf heye. Yek ji çiyayên wê Helgurd ti carî bêyî werzîşvan, çiyager, kaşûnbaz û geştyar namîne.


Pirjê, Hesarî Sekran û Helgurd, dikevin nav rêzeçiyayên Hesarost û ji ber bilindbûna xwe sê demsalên salê berf li ser wan heye.

Ev çend sal e komeke werzîşvan û çiyagerên Balekayetî li ser berfa van çiyayan kaşûnbaziyê dikin, beşdarî Festîvala Navneteweyî ya Berfê ya her sal li ser çiyayê Pirjê pêk tê dibin.

Xwezaya vê deverê ji bo pêşbirka kaşûnê ku guncaw e, lidarxistina festîvalê û aktîvîteyên werzîşvanên kaşûnê ya li ser berfê, têkildarî hatina geştiyaran ji bo Herêma Kurdistanê pir bal jî dikişîne.

Rêveberê koma werzîşvan Ramyar Ehmed destnîşan kir ku di hefteyê de du rojan ji bo perwerdeyê tên kaşûnê dikin, lê ji ber qedexeya derketina derve aktîvîteyên wan kêm bûne.

Ramyar der barê xwezaya navçeyê, kaşûna li ser berfê û festîvala navneteweyî got, “Li Rojhilata Navîn Balekayetî ji bo antreman, hînbûn û lîstika kaşûnê baştirîn cih e.”

Ramyar bal kişand, hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo geştyaran bikişîne herêmê û ji zozanên herêmê sûd bigire ti hewldanan nake.  

Ramyar her wiha anî ziman ku her sal beşdarî gelek festîvalan û bi taybet ên kaşûnê dibin û encameke baş jî werdigirin.

Her sal di meha Sibatê de li ser çiyayê Pirjê Festîvala Navneteweyî ya Kaşûnê tê lidarxistin. 20 werzîşvanên cîhanî û 25 werzîşvanên navxweyî tevlî festîvalê dibin.

Heta niha 5 festîval hatine lidarxistin, 3 ji wan li binarê çiyayê Kodo yê Balekayetî û 2 festîval jî li çiyayê Pirjê yê Çoman pêk hatine.

Li Balekayetî Festîvala yekem di sala 1953’yan de di dema Melîk Feysel ê duyem de hatibû lidarxistin.

(yş)