Li Bawenur 700 dar hatin çandin

Ji bo jîngehek paqij û tendirust li bajarokê Bawenûr pêngavek dar çandinê hat destpêkirin.


Li bajarokê Bawenur a ser bi navçeya Kelar a girêdayî îdareya Germiyanê, pêngavek dar çandinê hat destpêkirin.

Şitlên daran bi ser malan hatin belav kirin û welatiyan jî dest bi çandina şitlên daran kirin.

Di pêngavê de 700 şitlên daran hatin çandin.

(nr)