Li Çiyayê Hacîle 9 hezar berû û şitil hatin çandin

Pênçşem, 19 Berfanbar 2019 – 13:10  RANYA / ROJNEWS

Li Çiyayê Hacîle 9 hezar berû û şitil hatin çandin

Bi sedan welatiyên Raperîn berê xwe dan Çiyayê Hacîle û 9 hezar berû û şitilên daran çandin.


https://youtu.be/9Fl7cQL0s0E”>

Li navçeya Ranya ya ser bi îdareya Raperîn bi seden welatî, jîngehparêz û karmendên herêmê berê xwe dan Çiyayê Hacîle û dest bi pêngava berû û şitil çandinê kirin. Bi giştî 9 hezar berû û şitilên daran çandin.

Endamê Rêxistina Parastina Jîngeh û Mafê Geştiyaran û yek ji ortanîzetorê pêngavê Letîf Haris diyar kir ku li herêmê rêjeya keskahiyê kême, lewma biryar dane ku pêngavek wiha bidin destpêkirin. Herwiha got ku wê di deman demê de bibe dergûşa lawir û ajalan jî.

Herwiha Endama Rêxistina Xwezaya Kurdistanê Rêzan Mihemed ku beşdarî pêngava çandina şitilan bibû, kêfxweşiya xwe anî ziman û xwest ku pêngavên wiha li tevahiya navçe û bajarê Herêma Kurdistanê destpê bikin û got;”Em weke Rêxistina Xwezaya Kurdistanê beşdarî çandina berû û şitilan bûne. Hêvî dikim ku di demek nêz de Kurdistan ber bi keskahiyek zêdetir biçe û çandina şitilan bibe çandek.”

(ab)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist