Li Çoman xelk li şûna hikûmetê jîngeha xwe paqij dikin

Şemî, 6 Tîrmeh 2019 – 16:23  NAVENDA NÛÇEYAN

Li Çoman xelk li şûna hikûmetê jîngeha xwe paqij dikin

Li bajaroka Çoman a ser bi Hewlêrê xelk li şûna hikûmetê gund û cihên geştiyariyê bi kampanyayekê paqij dikin. Welatiyan eşkere kirin ku wê  mehê carekê kampanyayên wiha bidin destpê kirin.


Ciwanên gundê Nawpirdanî yê ser bi bajaroka Çoman a Hewlêrê ji bo parastin û paqijkirina gund û cihên geştiyarinê kampanya paqijiyê dan destpê kirin. Herwiha biryar dan ku mehê carekê kampanyayên wiha bidin destpê kirin.

Gundê Navperidan herêmekî geştiyariyê ye û gelek geştiyar berê xwe didin wir. Lê, hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê paqijkirina wê de xemsare.

Şemal Nawpirdanî ku beşdarî kampanyayê bûye têkildarî kampanyayê ev agahî dan Rojnews’ê,”Pirsgirêka jîngehê pirsgirêkekî mezine û her ku diçe jîngeh ber bi qirêjbûn û   xerabûnê ve diçe. Weke ciwanên Navpirdan me biryar da li gel hemû beşan kampanyayek paqijkirinê bidin destpê kirin. Daxwaz dikin ku her kes hewl bide jîngehê paqij bikin. Em ê vê kampanya berdewam bikin. Mehê carekê em ê herêma xwe paqij bikin.

https://youtu.be/BHI5RCv5bNA”>

Jin jî beşdarî kampanyayê bûne. Viyan Heme Emîn ku beşdar bûye got;”Jin bi rêjeyek zêde beşdar bûne. Ev jî taybetmendiyek gelek başe ji bo gund ku jin pêşengiya parastina jîngehê herêmê dikin. Beşdarbûna jinan wê bandoriyek baş li ser civakê bike. Gelek geştiyar gelek bandoriya xirab li ser jîngehê dikin. Lewma daxwazê ji xelkê herêmê û geştiyaran dikin ku jîngehê biparêzin.”

(ab)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist