Li Germiyan cihên dîrokî nayên parastin

Yekşem, 23 Feb 2020 – 07:25  HEWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS

Li Germiyan cihên dîrokî nayên parastin

Li herêma Germiyan hinek avahiyên dîrokî nayên parastin. Saziya Arkeolojî ya Germiyanê diyar kir ku ji bo parastinê û nûjenkirina wan ti proje nîne.


Li gundê Seîd Xelîl ê li bakurê navçeya Kelar a Germiyanê, hejmarek avahiyên dîrokî hene û dîroka çêkirina wan ji sed salî zêdetire. Niha ji ber kevinbûnê û neparatinê xetereya rûxîn û wêranbûnê li sere.

Ew avahiyên dîrokî yên li gundê Seîd Xelîl ji ber ku di warê nûjenkirinê de berê xwe nedayînê û ji bo xemê naxwin, gihiştine astek ku bi tevahî bi rûxin û tine bibin. Bi taybet hinek ji ber ava baranê rûxane.

Welatiyên wê herêmê daxwaz dikin ku ew berhemên dîrokî werin parastin.

Berdevkê Rêveberiya Saziya Arkeolojî ya Germiyanê Mihemed Elî li ser mijarê ji Rojnews’ê re axivî û got;”Ew bermayên li gundê Seîd Xelîl di zanista arkeolojî de, bi bînasaziya olî hatine naskirin. Weke mizgeft, der û peristgeh in ku wê demê ji bo wan hatine çêkirin. Mixabin, em jî dizanin ku pirsgirêk heye û pêwîstî bi çareserkirinê heye. Me gelek hewldan kirine ku piraniya bermayên dîrokî yên Germiyan ji tinebûnê biparêz in. Lê hewildanên me encam nedane.”

 Mihemed Elî eşkere kir ku dîroka van berheman digihî ji berî 150 heta 170 salî û got ku ev yek ji bo navçeyê gelek girînge û got;”Hinek ji van ji aliyê begzadeyên Caf ve hatiye çêkirin. Niha ti projeyên me yên ji bo çêkirina wan nîne. Lê, me daxwaza hejmarek proje kiriye. Lê, nûjenkirina du ji wan avahiye.”

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist