Li Germiyan di 2 mehan de 46 hezar donim zeviyên çandiniyê şewitin

Pênçşem, 27 Pûşper 2019 – 07:22  HEWRÊ KIRÊKAR / GERMIYAN

Li Germiyan di 2 mehan de 46 hezar donim zeviyên çandiniyê şewitin

Li herêma Germiyan tenê di nava du mehên derbasbûyî de zêdetirî 46 hezar donim zeviyên çandiniyê û pûş şewitînin. Piraniya wan ji ber sedemên nediyar şewitîne.


Li Kalar, Kifrî, Rizgarî, Awespî, Zinane, Bawnûr, Serqala, Qoretu, Meydan û Kokis ên herêma Germiyan herî zêde dexlûdanê cotyaran şewitîne û ziyan bi wan gihane. Piraniya şewatên derketine sedema wan nediyare.

Berdevkê Parastina Şaristaniya Germiyan Nîmet Elî ji Rojnews’ê re bîlançoya meha Gulan û Hezîranê ya herêma Germiyan eşkere kir.

Li gorî bîlançoyê di nava mehên Gulan û Hezîranê de 650 bûyerên şewatê derketine û ji sedê 95’ê wê şewata dexlûdanê cotyarane. Herwiha li herêma Germiyan 46 hezar û 560 donim zeviyên genim, ceh, pûş, pawan û bax şewitîne. Herwiha bîçerek ji şewitîye. Herwiha 50 ton genim, 2 bîçer, kargehek gazê, 30 ton ar û cihek yê xwedîkirina mirişkan ji şewatê hatine rizgarkirin.

  Berdevkê Parastina Şaristaniya Germiyan Nîmet Elî got;”Piraniya şewatên derketine ji ber sedemên nediyar in. Nizanin çawa şewitîne. Her çiqas hejmarek kes ji aliyê asayîşê ve hatin girtin jî ku tawanbarin ji ber şewita dexlûdana. Lê, ji ber ti sedemên ku rasterast şewat derxistibin nehatine tawanbarkirin.”

Berdevkê Parastina Şaristaniya Germiyan Nîmet Elî eşkere kir ku li gorî salan herî zêde îsal şewat derketine û got ku ji sedê 5’ê şewatên din şewata malan, dikanan û wesayîtan bû û got ku ji ber temasên ceryanê piranî çêbûne.

(ab)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist