Li Germiyan rojên jîngehê

Sêşem, 16 Avrêl 2019 – 14:06  GERMIYAN / ROJNEWS

Li Germiyan rojên jîngehê

Li Germiyan hefteya çalakiyên jîngehî hate destpê kirin. Di roja yekem de hejmarek çalakî hatin lidarxistin.


Bi boneya roja jîngeha Herêma Kurdistanê, li herêma Germiyan hefteya çalakiyên jîngehî hate destpê kirin. Di roja yekem da pêngavê de hejmarek çalakiyên cuda hatin lidar xistin. Beşek ji dîwaran hatin nexşandin. Herwiha dar hatin çandin û ajal hatin azadkirin.

Pêngavê bi ‘Nefesek paqij’ bi boneya 16’ê Nîsanê Roja Jîngeha Kurdistanê hate destpê kirin. Wê hefteyekê berdewam bike. Li navçeya Kelar a Germiyanê di roja yekem a pêngavê de, sê çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Di serî de karmendên jîngeha Germiyan, bi hevkariya xwendekaran dîwarên navçeyê bi nexşan xemilandin.

Piştre 16 kevokên spî û 4 kevokên reş weke sembola enfala Germiyan hatin berdan. Herwiha piştre hejmarek dar hatin çandin.

Rêveberê Fermangeha Jîngeha Germiyan têkildarî beşdarbûna zarokan got; “Zarok cîhanekî paqij in. Em dixwazin bi van çalakiyan jîngehê biparêzin û parastina jîngehê bikin çandek.”

https://youtu.be/jKTmr09g7h0″>

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist