Li Germiyan tenê di meha Gulanê de 250 bûyerên şewatê

Pênçşem, 30 May 2019 – 09:11  GERMIYAN / ROJNEWS

Li Germiyan tenê di meha Gulanê de 250 bûyerên şewatê

Li herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê tenê di meha Gulanê de 250 bûyerên şewatê çêbûne. Parastina Şaristaniya Germiyan jî eşkere kir ku ji van bûyeran 132  bûyerên şewata dexlûdanê cotyaranin û hemû bi guman in.


Bi hatina demsala havînê re bûyerên şewatê zêde bûn. Berdevkê Rêveberiya Polîsên Parastina Şaristaniyê ya Germiyan Nîmet Elî ji Rojnews’ê bîlançoya meha Gulanê ya herêma Germiyan eşkere kir.

Berdevkê Rêveberiya Polîsên Parastin û Şaristaniyê yê Germiyan Nîmet Elî diyar kir ku 250 bûyerên şewatê derketine û got ku ji vane 132 bûyer ên şewata dexlûdanê cotyaran bû û got;”Ji ber van şewatan bi sedem dunim zevî û baxçe şewitîne. Herwiha bûyerên din jî şewata market, wesayît û malan bûn. Li gorî agahiyan polîsên parastina şaristanî piraniya van bûyerêne şewata dexlûdana cotyaran bi guman in.”

Berdevkê Rêveberiya Polîsên Parastin û Şaristaniyê yê Germiyan Nîmet Elî eşkere kir ku ji ber ku îsal gelek baran bariye û pîş û pawen zêdeye dibe ku bûyerên şewatê zêde bin û wiha domand; “Weke rêveberya parastina Germiyan me bernameya xwe çêkiriye û me daxwaz ji rêveberiya Germiyan kir ku daxwazê ji cotyaran bike ku hişyariyên me pêk bînin. Ji berî her tiştî cotyar dexlûdanên xwe yên li nêzî riyan bidirûn. Herwiha  ji bo vemirindina agir jî me 8 tîmên mezin ji bo Germiyan ava kirine.”

Berdevkê Rêveberiya Polîsên Parastin û Şaristaniyê yê Germiyan Nîmet Elî diyar kir ku şewatên salên borî hemû pîş û pawen bûn, lê îsal hemû dexlûdan in û got ku ev cihê gumanê ye. Herwiha got ku heta niha ji ber şewatan ti kesê jiyana xwe ji dest dane.

(ab)

 

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist