Li Germiyanê ciwanek bi çandina daran daristanên hişkbûyî ji nûve şîn dike

image_print

Duşem, 27 Avrêl 2020 – 07:43  HAWRÊ KIRÊKAR/ROJNEWS

Li Germiyanê ciwanek bi çandina daran daristanên hişkbûyî ji nûve şîn dike

Ciwanê bi navê Nîmet Ehmed li herêma Germiyanê projeyek ya  ji nûve şînkirina daristanên hişkbûyî daye destpêkirin. Ew diyar dike armanca wî ewe di dema pêşde hemû baxçe û daristanên ku li herêma Germiyanê hişk bûne, bi çandina şitlan ji nûve şîn bike.


Li Germiyanê ji ber şewatê û kargehên xîzê yên li ser robarê Sîrwan gelek darên daristanan hişk bûne. Ciwanê  bi navê Nîmet Ehmed jî dixwaze li şûna hemû darên ku hişk bûne ji nûve şitlan biçîne. Ji bona vê kampanya ‘Ji nûve şînkirina daristanên hişkbûyî yên Germiyanê’ daye destpêkirin.

Nîmet Ehmed mamostaye, wênegire û parastina jîngehê jî wek yek ji erkên xwe yên sereke dibîne.

Ev du meh in Nîmet dest bi projeya xwe ya dar çandinê kiriye. Qedexeya hatûçonê demek dirêj karê  Nîmet rawestand, lê  çend rojeke piştî asayîbûna rewşê carek din karê xwe berdewam dike. Nîmet bi alîkariya çend hevalek xwe û rêxistina jîngehparêz a Germiyanê kariye heya niha 60 şitlên daran ên ji cûrê Guhuj û tû biçîne.

Piştî çandina şitlan, li gora pêwîst çend roj carek serdana wan şitlên çandî dike û avdaniya wan dike, her wiha xelkê  gundên deverê jî rojane ji bo avdaniyê alîkarî didin Nîmet.

Nîmet diyarkir ew dixwaze li tevayê daristanên Germiyanê darên ku hişkbûne li şûna wan de şitlên daran biçîne. Her wiha daxwaz ji welatî û rêxistinên jîngehparêz kir alîkariya wî bikin ji bo ew bikare projeya xwe bi serxe.

(şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist