Li Germiyanê paşmayên Kargehan metirsiyê dixin ser tendirûstiya welatiyan

Sêşem, 7 May 2019 – 07:35  HAWRÊ KIRÊKAR/ROJNEWS

Li Germiyanê paşmayên Kargehan metirsiyê dixin ser tendirûstiya welatiyan

Runiştvanên bajarokê Rizgarî yê Germiyanê diyar kirin ku ji ber paşmayên du kargehên çêkirina boriyên plastîk ku li nêzî malên wanin, bûne sedemê belavbûna nexweşiyên çerm û metirsiyê li ser tendirûstiya wan û jîngeha deverê çêdikin. Pisporek yê Kîmyayê jî piştrastkir ku ev paşmayên van kargehan metirsiyê dixe ser jiyana xwelati û jîngeha deverê.


Li taxa Zemawengî ya bajarokê Rizgarî ya ser bi navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê du kargehên çêkirina boriyên plastîk hene. Ev kargeh tenê 400 metran ji malên welatiyan dûrin. Paşmayên ku di encama karê kargehê de çêdibin têne avêtin li çalên ku nêzê kargehê ne. Rûniştvanên taxê jî ji vê rewşê gelek bi fikarin. Runiştvanên taxê tirs û fikarên xwe yên li ser metirsiya van paşmayan bi rêya Rojnews’ê anîn ziman.

Runiştvanê taxa Zemawengî Yunus Semîn li ser vê mijarê wiha axivî; “Li gorî lêkolînên ku me li ser wan madeyên ku li  çalên nêzî kompanyê hatine avêtin kirîn, derketiye holê ku ev made metirsiyek mezin li ser tendirûstiya mirovan û jîngehê çêdikin. Di dema ku bayek tê ev madeyên ku hatine avêtin hemû liber bayê tên dikevin malên me de. Ji ber van madeyên kîmyayî nexweşiyên nefesttengiyê bi mere çêbûne. Bi hinek welatiyan re nexweşiyên çerm çêbûne. Karkirina van kargehan li nêzî malan û paşmayên van kargehan metirsiyek mezin ji mere çêkirine, ji bona wê em daxwaz dikin ku ev kargeh ji malan werin durxistin.”

Welatiyê heman taxê Seryas Îbrahîm jî li ser heman mijarê wiha got; “Paşmayên dikevin nava wê ava ku ji van kargehan derdikevin naçin li ser kanalîzasyonan. Ji bona van paşmayan çal hatine kolan û ev ava qirêj ya ku ji kargehê derdikevin di herikin van çalan. Ev yek jî metirsiyê li ser ava vexwertinê ya van taxan çêdike. Ji ber ku ava sereke ya vexwertinê ya taxên Jale û çend taxek din ji bîrên hatîn kolan derdikeve. Ev bîrên ava vexwertinê jî çend sed metreyek ji van çalên paşmayên kargehan dûrin, ev yek jî raste rast ziyan bi tendirûstiya mirov digihîne. Metirsiya zêdebûna belavbûna nexweşiyên ku ji ber van madeyên kîmyayî derdikevin hene. Ji bona wê daxwaziya me ya sereke ewe ku çareyek ji vê pirsgirêkê re were dîtin.”

Têkildarî metirsiyên paşmayên van kargehan ên li ser jiyana welatiyan Pisorê Kîmya û Mamosta li Zanîngeha Germiyanê Ebdulmutalîb Rifet ji Rojnews’ê re axivî. Rifet got; “Ew madeyên ku di çêkirina boriyên plastîk de tên bikaranîn ji cûrên Chloride Polyvinyl e ku metirsiyek mezin a van madeyan liser jîngeh û tendirûstiya mirovan heye. Ev made bi tû awayek wenda nabin û bandoriyek xirab li ser tendirûstiya mirov çêdikin. Heya niha pisporên di warê jîngehê de tu rêyek guncaw ji bo ji holê rakirina paşmayên van madeyan nedîtine.”

Di dewama axaftina xwe de Rifet eşkere kir ku ev madeyên ku têne bikaranîn metirsiyek mezin li ser tendirûstiya mirov çêdikin û wiha domand; “Ev made bi awayek asan têkelî hewayê dibin û bi rêya hewayê re derbazî mirovan dibin. Bi xwere nexweşiyên çerm, nefestengî (Rebo) û penceşêrê çêdikin.”

Têkildarî mijarê Rêvebira Rêvebertiya bajarokê Rizgarî Sirwe Mihemed ji Rojnews’ê re axivî û wiha got; “Çend carek me ji xwediyê kargehên çêkirina boriyên plastîkan re gotiye ku pêwîste hun paşmayên karê xwe bibin cihê ku şaredariya Rizgarî diyar kirî li wê derê bixin dibinê axê de û bi axê sera wê were girtin.Çareseriya vê pirsgirêkê li cem Rêvebertiya Jîngeha Germiyan divê were çareserkirin û divê ew xema çareseriya vê pirsgirêkê bixwin.”

(şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist