Li Germiyanê rêjeya şînahî ji sedî 5 kêmtire

Pênçşem, 25 Avrêl 2019 – 08:00  HAWRÊ KIRÊKAR/ROJNEWS

Li Germiyanê rêjeya şînahî ji sedî 5 kêmtire

Serokê Rêxistina Xwezaya Kurdistanê Îbrahîm Zerîf got: “Zedetirî 3 mehin jimareyek ji tankerên petrolê li nêzî malên welatiyan yên navçeya Kelarê neft û rûhnê reşê qirêjbûyî bi awayekî bê serûber vala dikin ser erdê ku ev yek metirsiyek mezine li ser tendirûstiya mirovan.” Rêvebirê Saziya Jîngeha Germiyanê Durêd Selîm jî eşkere kir ku rêjeya şînatiyê li Germiyanê gelek kême û hîn negihiştiye ji sedî 5.


Li gorî standarta cîhanî rêjeya şînahiyê divê dinavbera ji sedî 15 ta ji sedî 25 de be. Li gorî gotina berpirsan niha li sinorê Germiyanê rêjeya şînahî ji sedî 5 kêmtire. Zêdetirî 3 mehane hinek tankerên petrolê li nêzî malên welatiyan neft û ruhnê reş yê qirêj bûyî bi awayek bê serûber vala dikin. Ev yek jî bûye sedem ku jîngeha navçeyê qirêj bibe. Li ser vê mijarê Rojnews’ê lêkolînek kir.

Li gorî nêrîna hinek jîngehparêzan sedemê kêmaniya şînahiyê li Germiyan ji ber av hewayê germ, herwiha giringî pênedana aliyên peywendîdar û şarezanebûna parastina jîngehê ji aliyê welatiyan ve ye.

Rêveberiya Çandiniyê ya Germiyanê ji sala 2010’an heya niha li herêma Germiyanê 129 baxên zeytûnan bi rêya cotyaran li ser 855 donim erd çêkirine. Herwiha 340 baxên welatiyan bixwe hene. Di sala borî de ji ber germahiya zêde û ji ber bê xizmetiyê ziyanên mezin bi van baxan ketin.

Tevî ku rêjeya şînahî li Germiyanê kême, ev demeke hinek tankerên veguhestina paşmayên petrol û ruhnê reş yê şewitî li hinek cihên ku nêzî malên welatiyan dirêjin ser erdê. Têkildarî vê mijarê Serokê Rêxistina Xwezaya Kurdistanê Îbrahîm Zerîf ji Rojnews’ê re axivî û got; “Ev zêdetirî 3 mehin hinek tankerên neftê li nêzî malên welatiyan li navçeya Kelar paşmayên petrol û ruhnê reş yê şewitî vala dikin bêyku guh bidin pîsbûna jîngehê. Ev paşmayên petrolê têkelî nava av û coyên nava kolanan dibin û ev yek jî metirsiyek mezin li ser tendirûstiya mirovan dide çêkirin.”

Di dewama axaftina xwe de Zerîf destnîşan kir ku ji beriya niha hinek xwediyên van tankeran hatin binçavkirin û hatin siza dan û wiha domkir; “Lê zêde li ser mijarê nehat sekinîn, niha carek din hinek tankerên din heman kar dubare dikin. Tevî ku qeymeqamî, şaredarî û polîsên trafîkê bi erkê xwe rabûn, lê ne bi qasî pêwîst bû. Ji bona wê divê dadgeya giştî dest li vê mijarê werde û rê li pêşiya van kiryaran bigre.”

Li ser heman mijarê Rêvebirê Saziya Jîngeha Germiyanê Durêd Selîm jî axivî. Selîm eşkere kir ku li Germiyanê du pirsgirêkên sereke yên jîngehê hene û wiha pêdeçû; “Yek jivan pirsgirêkan kêmaniya rêjeya şînahiye ku nagihe ji sedî 5. Pirsgirêka din jî ewe ku piraniya ajal û balindeyan bi rêya nêçîra ne yasayî têne tune kirin.”

Di dewama axaftina xwe de Durêd Selîm qala projeyên şînkirina herêma Germiyanê kir û wiha got: “Rêveberiya Daristanan a Germiyanê pîlana şînkirina pişta Kelarê hebû, herwiha pilan hebû ku li derdora Kelarê hinek daristanên nû li ser 100 donim erd çêke. Lê ji ber kirîza aborî ev proje hemû hatin sekinandin. Lê di sala 2013’an de bi dirêjiya 5 km û bi firehiya 21 metran 10 hezar dar hatin çandin.”

Li gorî zanyariyên bidest ketine, niha li navçeya Kelar 60 baxçên mezin û biçûk hene û jivana 12 jê pêwîstiya wan bi nûjenkirinê hene. Herwiha pêwîstî bi 200 baxçên din heye ji bo rêjeya şînahî li navçeyê were zêde kirin.

(şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist