Li Helebce pêngava dar çandinê

Zanîngeh û şaredariya Helebce pêngava dar çandinê da destpêkirin. Bi vê boneyê 200 dar û 7 hezar darên berû hatin çandin.


Kolêja Zanistî ya zanîngeha Helebce bi alîkariya şaredariya Helebce, pêngavek dar çandinê da destpêkirin. Gelek xwendekar, mamosta û endamên şaredariyê tevlî pêngavê bûn û dar çandin.

Yek ji rêveberê kolêja Zanistî Dr. Merîwan Abdula axivî û got; “Em dixwazin rola zanîngehan jî di şînkirin û paqijkirina bajarê Helebce de hebe. Ji ber vê jî me pêngavek bi vî awayî da destpêkirin.”

Di nava avahiyên zanîngehê de 200 dar hatin çandin. Herwiha 7 hezar darên berû jî li Helebce wê werin çandin.

(nr)