Li Helebce sewalên beredayî dîmen û jîngeha bajêr xira dikin

Yekşem, 5 May 2019 – 07:30  HERÊM QADIR/ROJNEWS

Li Helebce sewalên beredayî dîmen û jîngeha bajêr xira dikin

Li Helebce xwedîkirina sewalan bi awayek beredayî ku derdikevin nava kolan û cadeyên Helebce, ji bilî xirakirna jîngah bajêr, pirsgirêkên mezin ji bo şaredariyê jî derdixin û dîmenek ne ciwan didin bajêr. Seroka Şaredariya Helebce Kiwêstan Ekrem jî eşkere kir ku wana gelek hewildan ji bo nehêlana vê diyardeyê kirine, lê ew bi serneketine. Herwiha got ku ewê di rojên bên de ji bo pêşî lêgirtina van diyardane hinek pêngavên pêwîst bavêjin.


Xwedîkirina sewalan li parêzgeha Helebce ku yek ji diyardeyên herî kevnareye, lê xwedîkirna wê bi awayek bê serûber ku hinek kes sewalên xwe diberdin nava kolan û cadeyan bûye sedemê xirabûna jîngaha bajêr, li ser vê yekê welatî û berpirsên bajêr ji vê rewşê nerazîne.

Li ser vê mijarê Serokê Tora Rêxistinan a Helebce Erselan Abid ji Rojnews’ê re axivî. Erselan Abid got; “Li Helebce çend diyardeyek hene ku bandorek xirab li ser dîmen û jîngeha bajêr çêdikin. Yek ji van diyardeyane xwedîkirina sewalane ku xwediyê sewalan sewalên xwe diberdin ser cade, park û kolanên bajêr. Ji ber vê yekê ev sewal ziyanê bi jîngeh û dîmenê xweşik yê bajêr digihînin.”

Erselan Abid destnîşan kir ku ev diyardeyên bi vî awayî dinava rojek û dur rojande nikarin pêşî lê were girtin û wiha domand; “Çend salin kesên rewşenbîr, çalakvan, berpirs û jîngehparêz ji bo nehiştina van diyardane kar dikin. Gelek caran belavok û kampanyên pêşî lêgirtinê dane destpêkirin. Lê îdareya bajêr heya niha weke pêwîst rêgiriyên tund li pêşiya vê diyardeyê negirtine. Bi hinek sedemên weke peywendiya civakî, nasîbûn, hinek car jî li berçavgirtina berjewendiyên xwediyê sewalan pêşî li vê diyardeyê nehatiye girtin. Ev yek jî dibe sedem ku dîmen û jîngeha bajêr xirabibe.”

Li ser heman mijarê Seroka Şaredariya Helebce Kiwêstan Ekrem jî ji Rojnews’ê re axivî. Kiwêstan Ekrem eşkere kir ku xwedîkirina sewalan bi awayê beredayî ne diyardeyek nûye li bajêr û wiha got; “Ev 10 salin ev diyarde li bajêr heye, gelek caran me hewildaye ku em vê diyardeyê nehêlin, lê ji ber ku welatî li gorî tê xwestin bi mere nabin alîkar em bi serneketine dema em sewalan desteser dikin jî welatî alozî û pirsgirêkan derdixin.”

Di dirêjiya axaftina xwe de Kiwêstan Ekrem destnîşan kir ku ev sewalên ku beredayî diberdin li ser cade û kolanên bajêr ji aliyê tîmên şaredariyê ve têne komkirin û wiha pêde çû; “Hinek car mehek ev sewal li cem me mane me ew xwedîkirine xwediyê wan pêve nehatine. Ev hemû ji bo me pirsgirêkin. Lê emê karê xwe berdewam bikin û wê tîmên me rêgiriyên tund li pêşiya vê diyardeyê bigrin.”

Herwiha Kiwêstan Ekrem diyar kir ku wana çend carek li ser daxwaza xwediyên ajalan biryara rûxandina govên sewalan dirêj kirine û wiha got; “Me çend carek dema vê biryarê dirêjkir ji bo xwediyên sewalan govên xwe bibin ji dervey bajêr.”

Di dewama axaftina xwe de Kiwêstan Ekrem destnîşan kir ku wana bername ji bo rakirina hemû govên ku dikevin nava bajêr daniye û wiha dirêjî da axaftina xwe; “Di destpêka vê heftiyê de wê hinek ji xwediyên sewalan sewalên xwe veguhêzin. Piştî rûxandina van govan wê qonax bi qonax tevayî sewlên li navenda bajêr ji navenda bajêr werin dûrxistin.”

Herî dawî jî Kiwêstan Ekrem got; “Di rojên bên de emê rêgiriyên tund li pêşiya vê çendê bigirin. Ew sewalên ku em desteser bikin emê sizayê pere li xwediyê wana bibirîn. Serê çêlekê wê 100 hezar dînar were dayîn û sewalên biçûk jî wê serê her sewalek 50 hezar dînar were dayîn. Lê gelek caran ew cihên ku şaredarî sewalan têde komdikin, xwediyê sewalan hatine qulfa deriyê wan şikandine yanjî dîwarên wê rûxandine û sewalên xwe birine.”

https://youtu.be/V9SFwTTaEao?t=125″>

(şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist