Li Hewlêrê bi boneya Roja Jîngeha Kurdistanê dar hatin çandin

Li Hewlêrê bi çandina daran Roja Jîngeha Kurdistanê hate pîrozkirin. Serokê Rêxistina Avyar Aso Şikak diyar kir ku asta keskahiya Herêma Kurdistanê ne li gorî asta standartên cîhanê ye.


Li Başûrê Kurdistanê 16’ê Nîsanê weke Roja Jîngeha Kurdistanê hatiye pejirandin. Tevî qedexeya derketina ji derve ya ji bo xweparastina vîrûsa koronayê jî, li Nexweşxaneya Îmarat a Hewlêrê ku ji bo nexweşên vîrûsa korona hatiye veqetandin bi boneya Roja Jîngeha Kurdistanê  dar hatin çandin.

Serokê Rêxistina Avyar ya ji bo hişyariya jîngehê Aso Şikak daxuyanî da û got;”Bijîşk, karmendên tenduristiyê, hêzên ewlehiyê û karmendên dezgehên ragihandinê ji bo jîngehek dûrî vîrûsa koronê bi hûrî kar dikin. Weke rêxistinên jîngehê wê hewldanên me yên ji bo parastina jîngehê berdewam bike. Herçiqas paqijiya jîngehê li gorî xwesteka me nîne. Rêjeya keskahiya Herêma Kurdistanê ne li gorî asta standartên cîhanê ye. Ji ber ku heta niha li hinek bajaran rêjeya kesahiyê li jêr standartên cîhanê ye.”

(ab)