Li hinek taxên Hewlêr cûrekî kirman belavbûye

Li hinek taxên hewlêr bi awayek zêde cûre kirmikek û mêrû belavbûne. Ev kirmik û mêrû li cem welatiyan metirsî bi xwere daye çêkirin. Welatî daxwaz ji tîmên tendirûstiyê dikin ku çareyek jêre bibînin, Berdevkê Ragihandina Tendirûstiya Hewlêrê Faxir Kurmancî jî got;"Ev kirm tu ziyaneka xwe nîne."


Zêdetirî heftiyeke cûre kirmek û hejmarek zêde ya mêrûyan li taxên Hewlêr yên; Sêtaqan, Zîlan sitî, Daretû, Şarî Hîwa, Fermanberan, Alan Sitî, Şarewanî û Hawkarî bi awayek zêde peydabûne. Hebûna van kirma û li cem welatiyan fikar peyda kirine. Têkildarî vê mijarê û ziyanên kirman Rojnews'ê nêrîna welatî û berpirsên tendirûstiyê girt.

Li gorî welatî diyarkirin, ev cûre kirmik piranî li taxên ku ji navenda bajêr dûrin belav bûne, herwiha gotin ji ber pileya germahiyê zêde bûye ev kirmik bi roj diyar nabin, lê bi şev heya saetên sibehê derdikevin ji derve.

Runiştvanê yek ji van taxên ku ev kirmik lê belavbûne Ziryan Teha, têkildarî kirmikan wiha got; "Bi rêjeyek zêde kirm û mêrû dinava taxa mede belavbûne. Em daxwaz ji tîmên tendirûstiyê dikin ku bi karê xwe rabin ji bo nehiştina van kirman."

Li ser heman mijarê welatiyê binavê Serbaz Ehmed jî wiha axivî; "Ev cûre kirmik piranî di demên ku hewa hênik dibe de derdikevin, bi şev û di saetên sibehê de têne dîtin. Dema ku pileyên germayê zêde dibin ew jî wenda dibin. Li taxa me (Daretu) rêjeyek zêde ya van kirman heye, herwiha li bajarokê Quştepe jî bi rêjeyek zêde ev kirmik têne dîtin. Ji bona wê em daxwaz ji Rêvebertiya Tendirûstî ya Hewlêrê dikin ku bi erkê xwe rabin bêy ku ev kirm ziyan bi tu welatiyek bigihînin."

Têkildarî mijarê Rêveberê Ragihandinê li Rêvebertiya Giştî ya Tendirûstiya Hewlêrê Faxir Kurmancî jî ji Rojnews'ê re axivî. Kurmancî got; "Ev çend rojin ev cûre kirm li çend taxek yên derdora bajarê Hewlêrê belavbûne. Em ji welatiyan re radigihînin ku ev cûre kirm werzî ne. Ji ber zêdebûna giya derdikevin. Lê îsal ji ber dereng ketina werza Havînê hêniktiya avhewayê jimara van kirman li ew cihên ku giya lê zêdene zêdetir belavbûne."

Faxir Kurmancî di dirêjiya axaftina xwe de eşkere kir ku ji bo nehiştina vê fikarê li cem welatiyan wê tîmên tendirûstiyê serdana taxên li nêzî deştên Hewlêrê bikin û wiha domand; "Wê tîmên me yên tendirûstiyê ji bo pêşî lêgirtinê hewildanan bikin, wê ji van kirmikan test werin girtin. Li van taxên ku kirmik lê peyda bûne dest bi dermankirinê hatiye kirin û wê dermankirin berdewam bike."

Herî dawî jî Faxir Kurmancî got; "Ji welatiyan re teqez dikîn ku ev cûre kirm beşekin ji malbata mêrûyan, tu metirsî û ziyanên wan li ser tendirûstiya mirovan nine. Dema hewa germbû û werza biharê bi dawî hat wê ev cure mêru nemînin, ji bona wê qet pêwîstî bi fikar û tirsê nine."

(şk)