Li Iraqê di mehekê de 37 hezar donim zevî şewitî

Rêveberiya parastina şaristaniya Iraqê got ku di nava mehek de 272 bûyerên şewatê pêkhatine, di encamê de zêdetirî 37 hezar donim zevî şewitiye.


Rêveberiya giştî ya parastina şaristanî ya Iraqê bi daxuyaniyekê rêjeya bûyerên şewitînê yên dinavbera 8’ê Gulanê heya 8’ê Hezarîrana 2019’an de belav kir.

Li gorî rêjeya rêveberiyê, di nava mehekê de 272 caran agir bi zeviyê cotyaran ketiye. Ji vê 74 caran ji ber ceyranê agir zeviyan ketiye, 35 caran jî bi qest zevî hatiye şewitandin. Herwiha 25 caran jî ji ber temasa ceyranê ya di Bîçerê de zevî şewitiye. 22 caran zevî ji ber cigareyê şewitiye. 32 caran jî ji ber çavkaniyên derve û 84 car jî ji ber sedemek nediyar zevî şewitîne.

Li gorî rêveberiya giştî, bi giştî ji ber van bûyerane, 37 hezar donum zevî şewitiye û 992 hezar û 344 donim zevî jî ji şewitînê hatiye rizgar kirin.

(nr)