Li Kifrî pêngava paqijiyê

Li bajarokê Kifrî ji bo jîngehek paqij û tendirust pêngavek paqijkirinê hat destpêkirin.


Rêveberiya geştûguzarî ya bajarokê Kifrî a ser bi îdareya Germiyanê, bi boneya roja cîhanê ya geştûguzariyê, pêngavek paqijkirinê da destpêkirin.

Pêngav di heman demê de berdewama çalakiyên hefteya paqijkirina cihên geştiyariyê yên Germiyanê ye.

Wê pêngava paqijiyê 3 rojan dewam bike û piştî wê jî dar werin çandin.

(nr)