Li Kifrî û Xaneqînê 5 hezar donim dexlûdan şewitî

Şemî, 8 Pûşper 2019 – 10:17  GERMIYAN / ROJNEWS

Li Kifrî û Xaneqînê 5 hezar donim dexlûdan şewitî

Li bajaroka Kifrî ya Kelar û navçeya Xaneqîn a Diyale di sê bûyerên şewatê de zêdeyî 5 hezar donin ceh û genimê  cotyaran û bîçerek şewitî. Herwiha ji ber şewatê 4 kes hatin binçavkirin.


Li herêma Koks a bajaroka Kifrî ya ser bi Kelar şevê din bîçerek şewitî. Herwiha li başurê Koks û Zinane agir girte genimê cotyaran û gelek ziyan bû.

Li gundê Glabatî yê ser bi Xaneqînê ji ber sedemek nediyar şewat derket û ji ber şewatê 3 hezar donim genim şewitî. Piştî 6 saetan karîn agir kontrol bikin.

Herwiha li gundên Çawereyî, Seleyî, û Duracî yên bajaroka Zinane şewat derket û ji ber şewatê 1500 donim zevî şewitî. Herwiha bi biryara Rêveberiya Zinane şofêrê bîçerekê û sê kesên din ji ber gumana sedema şewatê de hatin binçavkirin. Têkildarî wan lêkolînê destpê kiriye.

Herwiha derengiya şeva din li gundê Pîre Veqîre yê ser bi bajaroka Kifrî 500 donim dexlûdan şewitî. Di dema dirûnê de bîçerek jî bi temamî şewitî.

Bi giştî zêdeyî 5 hezar dexlûdanê cotyaran şewitiye. Heta niha nayê zanin sedema şewatan çiye. Hemû bi awayek guman dişewitin.

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist