Li Kurdistanê şûnwarê herî mezin yê Sasaniyan li ber rûxînê ye

image_print

Pênçşem, 4 Avrêl 2019 – 08:21  BOTAN GERMİYANÎ/ROJNEWS

Li Kurdistanê şûnwarê herî mezin yê Sasaniyan li ber rûxînê ye

Li gorî arkeolog diyar dikin Qesra Hewşkuru mezintirîn şonwarên Sasaniyane li Başûrê Kurdistanê. Ev cihê dîrokî dikeve herêma Germiyan û niha metirsiya rûxînê li ser heye. Hinek ji dîwarên qesrê rûxîne û aliyekî wêjî bûye cihê xwedîkirina lawiran.Arkeologên herêmê diyar kirin ku çend carekî hikûmeta Herêmê soza nûjen kirina wê dane, lê heya niha ev soz nehatiye bi cih anîn.


Qesra Hewşkuru li gundê Hewşkuru yê ser bi bajarokê Quretuw ku 26 km dûrî navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyane û dikeve başûrê rojhilatê Kelarê. 7 km dûrî navçeya Qesrî Şîrîn ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Dîroka avakirina vê qesrê digihe salên 590-628’an ya serdema Xesrewî Perwêzî Sasanî.

Têkildarî dîroka Qesra Hewşkuru Arkeolog Mihemed Elî ji Rojnewsê re axivî. Arkeolog Mihemed Elî got; “Li gorî lêkolînên arkeolojî derketiye holê ku ev şunwarê herî mezin yê serdema Sasaniyane li Başûrê Kurdistan. Li ser çêkirina vê qesrê jî du nêrînên cûda hene. Li gorî nêrîna yekem tê gotin ku paşaye Sasaniyan vê qesrê ji bo cihê bêhnvedan û nêçîrê bi kar aniye. Lê arkeolog vê nêrînê rast nabînin û dibêjin, awayê çêkirina avahiyê li ser temelekî berfireh hatiye danîn. Ev yek jî derdixe ku ji bo cihekî leşkerî yê Sasaniyan hatiye çêkirin û hatiye bi karanîn. Ji ber ku Sasaniyan li gelek deverên Kurdistanê qelayên bi heman awayî ji bo leşkerî avakirine.”

Qesra Hewşkuru avahiyekî ji du qatan pêktê, tevî ku ev nêzî 15 sedsalin bi ser avakirina wê re debaz dibe jî lê hîna sîma û şeklê xwe yê dîrokî wenda nekiriye û li ser xwe maye. Tevî ku gelek dîwarên wê rûxiyane jî lê li gorî serçaveyên dîrokî û projeya avahiyê diyar dibe ku têde gelek ode û dîwanxane hebûn. Lê niha metirsiya rûxînê li ser tevayî dîwarên qesrê heye.

Qesra Hewşkuru di warê avahiyê de xwedî hinek taybetmendiyên xwe yên cûda ne. Dîwarên wê bi kevirên normal hatiye çêkirin. Li gorî meznahiya avahiyê dîwarên wê gelek sturin. Serder û ser pencerên wê bi şeklê kevan hatine çêkirin.

Ji ber bê xemî, giringî pênedan û nûjen nekirinê niha hinek odeyên qesrê ji aliyê xwediyê lawiran ve wekî cihê ragirtina lawiran tê bikaranîn û beşek ji odeyên qesrê jî wekî kadîn tê bikaranîn.

Têkildarî giringiya vî cihê kevnare û paşguhxistina wê Cihgirê Rêvebirê Rêvebertiya Şunwarên Dîrokî yê Germiyanê Salih Mihemed ji Rojnews’ê re axivî û got; Ev cih di aliyê şekil û dîrokî ve giringiya xwe heye. Lê mixabin hatiye paşguh xistin. Wekî sazî heya niha me tenê kariye bi alîkariya şaredariya Quretuw ji bo wan malên nêzî cihê kevnare zevî ji bo wan li cihekî din peyda bikin û wana ji wî cihî dûr bixîn. Herwiha me derdora wê bi têlan girtiye.”

Di dewama axaftina xwe de Salih Mihemed diyar kir ku ji bo nûjen kirina wê pêwîstî bi karekî zêde heye hem di aliyê hêza mirovî hemjî di aliyê madî de û wiha dawî li axaftina xwe anî ; “Em nikarin vêya bikin, salane Wezareta Şunwaran daxwaza pîlan û projeyên nûjenkirinê ji me dike. Her sal em jî projeya Hewşkuru dixin nava pilanên xwe de. Lê mixabin heya niha jî tu tiştek jêre nehatiye kirin.”

https://youtu.be/hmilyHy0jBI”>

(şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist