Li Mexmûrê Dexlûdanên cotyaran şewitîn

Li sînorê navçeya Mexmûr a ser bi Mûsilê careke din di nav dexlûdanên cotyaran de şewat derket.  Cotyaran diyar kirin ku ew naxwazin rewş bibe wekî salên din û xwestin rayedar tedbîran bigirin.


Li binarê çiyayê Qereçox ê li sînorê navçeya Mexmûr agir bi dexlûdanên cotyaran ket û ziyaneke zêde çêbû.

Cotyarê bi navê Kerîm Elî yê der barê şewatê de ji Rojnews re axivî got: “Dîsa şewata berhemên cotyaran ên li binarê Çyayê Qereçox dest pê kir. Em her sal dinyayek pere serf dikin û paşê jî dişewite. Ez daxwaz ji hikûmetê û aliyên pêwendîdar dikim, têkildarî vê mijarê lêkolînan bikin da ku weke salan berê dubare nebe.”

Kerîm Elî bal kişand ku têkildarî şewatê guman li ser çeteyên DAIŞ’ê yan jî cotyarên Ereb ên li herêmê ne.

(yş)