Li Qeredax û Sengaw 3 hezar û 500 donim pûş û pawan şewitî

Polîsên Daristan û Jîngeha Silêmaniyê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku bûyerên şewatê û bandoriya wê zêde bûne û li Qeredax û Sengaw 3 hezar û 500 donim pûş û pawan şewitîne.


Polîsên Daristan û Jîngeha Silêmaniyê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku li Qeredax û Sengaw 3 hezar û 500 donim pûş û pawan şewitîne.

Di daxuyaniya Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngeha Silêmaniyê de ev agahî tên tayîn;"Li çiyayê Kilezerde û Darereş û herêma gundê Qereman, Balîn Xêlan, Baxan û Siwêraw yên ser bi Qeredaxê şewatek berfireh derket. Demildest tîmên agirkujiyê çûn cihê şewatê. Bi alîkariya welatiyan  şewat hate vemirandin. Di encamê hezar û 500 donim  pûş, pawan û darên xwezayî şewitî.

Li herêma çiyayê Eşdax yê Sengaw şewatek berfireh derket. Demildest tîmên parastina jîngehê çûn wir. Bi hevkariya welatiyên  herêmê agir kontrol kirin. Ji ber şewatê 2 hezar donim pûş û pawan  şewitî. Herwiha 200 darên xwezayî jî şewitîn. Sedema  şewatan nayê zanîn û li ser bûyeran lêkolînan  destpê kiriye."

(ab)