Li Şengalê 3 gorên komî şewitîn

Yekşem, 30 Pûşper 2019 – 12:40  XELÎL-ELÎ /ŞENGAL

Li Şengalê 3 gorên komî şewitîn

Di şewata li derdora Komelgeha Sîba Şêx Xidir de ku du rojan berdewam kir de 3 gorên komî şewitîn.


Ji berî du rojan li derdora Komelgeha Sîba Şêx Xidir a Şengalê şewat derket û tevî mudaxeleya gel, Şaredariya Şengalê, Şaredariya Qazaya Beac, Şaredariya Gel a Şengalê, qaymetamtiya Şengalê agir du rojan berdewam kir. Di şewatê de sê gorên komî yên li ser riya sereke ya di navbera Şengal û Tilezêre de şewitîn. Herwiha 100 donim dexlûdan û gelek bîstan jî şewitîn.

Welatiyê bi navê Mîrza Hesen têkildarî mijarê ji Rojnews’ê re axivî û got;” Ev agirê fermana sala 2014’an e ku heta niha bi serê de berdewam dike. Hestiyên di nava goran de şewitîn. 3 gorên komî li vir şewitîn. Yek jê gora herî mezin bû.  Ji fermanê û vir ve ti kesê xwe li me nekir xwedî û hûn dibînin gorên komî jî dişewitin. Em bang li saziyên mafên mirovan dikin ku bên bi çavê xwe bibin, mafê me tê windakirin.”

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist