Li Şengalê 3 leşkerên din yên Iraqê bi vîrûsê ketin

Sêşem, 17 Mar 2020 – 12:29  ROJNEWS/ŞENGAL

Li Şengalê 3 leşkerên din yên Iraqê bi vîrûsê ketin

Hate ragihandin ku li herêma Şengalê 3 leşkerên din yên Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine. Duh jî leşkerekî din bi vîrûsê ketibû. Leşkerên ku bi vîrûsê ketine rakirin nexweşxaneyê.


Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatî girtin îro 3 leşkerên artêşa Iraqê ku li herêma Şengalê peywirdar bûn û bi eslê xwe ji başûrê Iraqê ne, bi vîrûsa korona ketine û bi lezgînî rakirine nexweşxaneya Mûsilê.

Cara yekemîn duh leşkerekî artêşa Iraqê ji nişka ve ketibû. Piştî rakiribûn nexweşxaneya Nehiya Sinûnê ya Şengalê, bi gumana xurt a vîrûsa korona bi lezgenî rakiribûn nexweşxaneya Mûsilê. Piştî wê çavkaniyên herêmî ragihandin ku 3 leşkerên din jî bi heman awayî bi gumana zêde ya vîrûsa korona bi lezgînî rakirine nexweşxaneya Mûsilê.

Li gorî çavkaniyên herêmî ji ber ku piraniya endamên artêşa Iraqê ne xelkê herêmê ne û zêdetir ji bajarên başûrê iraqê ne û li Şengalê hatine erkdarkirin, gumana ku hejmara leşkerên bi vîrusê ketine zêdetir in.

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist