Li Şengalê careke din şewat

Li gundê Huşê yê Komelgeha Tilbinat a Şengalê agir girte zeviyên Cotyaran û ji ber baya dijwar vemirandina agir zehmet bû.


Li gundê Huşê yê Komelgeha Tilbinat a Şengalê şeva din di saet 19.00'an de de agir girte zeviyên cotyaran û heta saetên derengiya şevê jî ji ber baya dijwar agir nehatibû vemirandin.

Tîmên agirkujiyê û welatiyan bi derfetên xwe hewl dan agir vemirin, lê nikarin agir kontrol bikin.

Heta niha nayê zanin ji ber çi sedeman şewat derdikeve. Heta niha li Şengalê 10 caran şewat der ketiye. Bi encama van şewatan de bi dehan donimê ceh û genimê cotyaran şewitiye. Herwiha li Komelgeha Borikê ji ber şewatê 2 kesên ku hewl didan agir vemirînin şewitîbûn û jiyana xwe ji dest dabûn.