Li Şengalê careke din şewat

Sêşem, 25 Pûşper 2019 – 15:14  XELÎL ELÎ/ ROJNEWS

Li Şengalê careke din şewat

Li gundê Domîs yê Şengal şewat derket û heta gundê Qabosî nêzî 15 kêlometre şewitî. Hîn agir nehatiye kontrol kirin.


Li Şengalê careke din şewat derket.  Li gundê Domîs yê Şengal carek din şewat derket û heta gundê Qabosî nêzî 15 kêlometre şewitî. Hîn agir nehatiye kontrol kirin. Agir di saet 11.00’an de derket û ji ber ku gelek dijwar bû di nava saetê de nêzî 15 kîlometreyan şewitî. Hêzên Yekîneyên Berxwendana Şengalê, tîmên agirkujiyê, polîsên navxweyî hewarê çûn, lê ji ber ku agir bi hêz bû, hata niha agir nehatiye kontrol kirin.

Hêjayî gotinê ye ku gelek gorên bi komî yên Êzidiyan jî di wan deran hene.

Di derbarê vê bûyerê  Qaymeqamê Şengal Fehed Hamid ev agahî dan: “Îro seat 11:00’an de  bi rêya telefonê agahî ji min re hat ku agir derdora gundê Dumîs ketiye. Heta em gihîştinê agir gihîşt gundê Qabos. Eger wiha berdewam bike wê heta gundên Tilqesab, Hatimî û Koçî biçe. Hîn gelek dexlûdanê cotyaran li erdê maye. Derfetên me gelek kêm in. Li Şengalê yek agirkuj, tankerek avê ya Şengalê û polîsên Şengalê hewl didin ku agir vemirînin. Em daxwazê ji hikûmeta Iraqê dikin ku wesayîtên agirkujiyê li Şengalê zêde bikin. Ji ber ku şengal herêmek çandiyê ye.”

Qaymeqamê Şengal Fehed Hamid diyar kir ku sedema şewatê nediyare û wiha domand;”Niha 3  yan 4 mal li vir hene. Em nizanin niha derkevtin yan ne. Lê malên gundê Qabosî me xeber dan wan heta ku derkevin.  Em daxwaz ji xwediyên tankeran dikin ku bi tankerên xwe li gor derfetên xwe bên agir vemirînin.”

(ab)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist