Li Şengalê li malbatên hewcedar alîkarî hat belavkirin

Li Şengalê ji ber vîrûsa korona ku hatinûçûn hatiye sînordar kirin, alîkarî li malbatên hewcedar hate belavkirin.


Di çarçoveya tedbîrên li dijî şewba vîrûsa korona de li Şengalê jî hatinûçûn hatiye sînordarkirin. Di vê çarçoveyê de saziyên di bin banê Rêveberiya Xweser ya Şengalê de di vê mijarê de xebatên xwe didomînin. Meclîsa Gel a Xaneserê jî bi piştgiriya komeleya bi navê Heyet el Musteqlîn alîkarîya ku ji pêdiviyên jiyanî pêk dihat li malbatên hewcedar belav kir.

Têkildarî mijarê Berdevkê Komeleya Heyet el Musteqlîn Elî Hamid axivî  û ji bo alîkariyê spasiya Meclîsa Gel a Xanesorê kir. Hamid wiha got, “Em hemû li hemberî civaka xwe berpirsyar in û alîkariya bi malbatên me yên hewcedar peywireke me ye.”

Hamid bang li kesayet, karsaz û xêrxwazên Êzidî yên li Ewropa û deverên din ên cîhanê jî kir ku piştgirîyê bidin gelê xwe û bi wan re bikevin nava pêwendiyê.

(hn-şb-xb)