Li Serkepkan dema kezaxtina reza destpêkiriye

Sêşem, 3 Berfanbar 2019 – 07:54  MIHEMED HESEN/ROJNEWS

Li Serkepkan dema kezaxtina reza destpêkiriye

Li piraniya deverên Herêma Kurdistanê salane du car mêw têne kezaxtin. Carek di demsala Biharê de carek jî di destpêka meha Kanûnê de tê kezaxtin. Li bajaroka Serkepkan a ser bi îdareya Raperînê jî xwediyên rezan dest bi kezaxtina rezên xwe kirine.


Ji bo bidestxistina berhemek hîn baştir li bajaroka Serkepkan a ser bi devera Raperînê, xwediyên reza salane di dawiya meha 11’an de yanî destpêka meha Kanûnê de dest bi kezaxtina rezên xwe dikin. Yek ji xwediyê reza Ebdullah Resûl li ser karê kezaxtinê ji Rojnews’ê re axivî û hinek zanyarî li ser kezaxtinê da.

Kesê kezaxtinê dike divê şarezebûna wî hebe. Li gora şarezayên kezaxtinê diyar dikin, divê kesê kezaxtinê dike bizane kîjan çiq were birîn, kîjan çiq were hiştin. Li ser dema kezaxtinê Ebdullha Resûl bi nasnav Mam Ebdullah got; “Divê  ji beriya serma were, rez were kezaxtin. Ji berku dema serma bandorê li ser mêwê kir wê salê berhemek baş nagire. Li hinek cihan ji beriya Newrozê rez têne kezaxtin, ji bona wê dikarin di salekî de du caran mêwa kezaxe bikin. Carek di dawiya Payîzê de carek jî di destpêka Biharê de.”

Her wiha Mam Ebdullah got, ger lê were temaşekirin wek karek hêsan diyar dike, lê pêwîstiya kezaxtinê bi kesên şaraza û bi ezmûn hene, eger mêw bi nezanîn werin birîn wê berhem nedin.

Di dema kezaxtinê de hinek çiqên têne birîn rezvan wan çiqan bi awayek taybet radike ji bo wek şitil biçîne. Li ser vê yekê jî Mam Ebdullah got, “Niha em hinek çiqên mêwê dihilînin, em nîva wan çiqan dixin nava axê de û piştî demek em wan ji bo şitil bikartînin.”

Herî dawî jî Mam Ebdullah diyar kir ku li devera wan çend cûrek cûda yên tirê çêdibin ku ji vana;  tiriyê reş mîr,tiriyê teyîf, tiriyê pesîr û kişmiş hene.

(şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist