Li Şêxan 15 donim dexlûdan şewitî

Li gundê Aşkan agir bi deraseya genim ket, di encamê de derase û 15 donum dexlûdanê cotyarek şewitî.  


Li gundê Aşkan ya ser bi bajarokê Şêxan a ser bi Dihokê, agir bi deraseya genim dirûnê ket. Bi deraseyê re, 15 donum dexlûdanê cotyarek jî şewitî.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me dayî, agir hatiye kontrol kirin û zêdetirî 100 hezar dolar ziyan gihiştiye xwediyê genim.

(nr)