Li Seyidsadiq û Raperîn 7 hezar berû hatin çandin

Li Raperîn û Seyidsadiq ên ser bi Silêmaniyê di kampanyayên çandina berûyan de, 7 hezar berû hatin çandin.


Li herêma Raperîn û navçeya  Seyiqsadiq yên Silêmaniyê ji aliyê çend rêxistinên jîngehparêz ve kampanya berû çandinê hate destpêkirin.

Li navçeya Seyiqsadiq , kampanya ji aliyê Şaxê Rêxistina Jîngehê Bêxud û Rêxistina Mileke ve ji bo parastina jîngehê hate destpê kirin. Hezar berû li çiyayê Seyiqsadiq hatin çandin.

Li herêma îdareya Raperîn bi taybet li bajaroka Hacî Awa di kampanyek berfireh de 6 hezar berû hatin çandin.

Endezyarê çandiniyê Rêbaz Resûl têkildarî çandina 6 hezar berû got;"Li gel hinek şêniyên herêmê bi pîr û ciwanan bi dildarî me dest bi çandinê kir. Çiyayê Makok nîşaneya sereke ya darê berûye. Salên borî, ji ber krîza darayî û nebûna sûtemeniya pêwist darên berû birîn, em niha dixwazin careke din çiyayê Makok kesk bikin."

 

(ab)