Li Seyîdsadiq xwedîkirina gamêşan zêde bûye

Salane gelek malbatên li navçeya Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê, gelek malbat bi xweyî kirina gamêşan debara jiyana xwe dikin. Despêkê hejmara gamêşan kêm bû, lê niha li Seyîdsadiq nêzîkî 500 gamêş tê xweyî kirin. Kesên gamêşan xweyî dikin gotin ku hikumet bi ti awayek alîkariya wan nake.  


Li navçeya Seyîdsadiq a ser bi Silêmaniyê gelek malbat hene gamêşan xweyî dikin û debara jiyana xwe dikin. Malbatên ku gamêşan xweyî dikin diyarkirin ku  hebûna robarokê Tancero, Sîrwan û Çemê Çefan yên li herêmê jîngehek baş û guncaweji bo xweyî kirina gamêşan.

Letîf Mihemed ku bi xwe ev çend sale gamêşan xweyî dike axivî û got; “Şêwazê xweyîkirina gamêşan ji hemû lawirên din zehmettire. Ji ber ku xwarinê gelek dixwin. Hemû xerca wê li ser meye, hikumet û aliyên peywendîdar ti alîkariyek nadin me. Gamêş xwedî gelek taybetmendiyane. Laşê wê kêm mûye, ji ber wê germahî lê nayê. Ji bo wê jî pêwîstî bi jîngehek şil heye. Lê ji lawirên din bêhtir dikare hemberî nexweşiyan raweste. Gamêş salê carek dizê. Ji şîrê gamêş penîr, mast û qeymax tê çêkirin.”

Pisporê aborî Azad Ehmed li ser girîngînedayîna hikumetê ya ji bo beşê lawirvaniyê axivî û got; “Yek ji xirabiyên bûdçeya herêmê ewe ku tenê ji sedî 95 pişta xwe deya beşê neftê. Hemû beşên din hatine paşguhxistin. Li welatên din yên cîhanê dahata beşên din gelek heye. Di heman demê de beşek mezin yê budçeyê jî pêşwaziyê dike.”

Azad Ehmed da zanîn ku divê herêm giringiyê bide zireet û lawirvanê. Ji ber ku ew li welat serwet û dahatek nîştimanîne. Azad got ku dahata lawirvaniyê bandorê li dahata kesan dike, ji bilî wê jî dikarin bi rêya van beşane hejmarek mezin ciwanên zanîngehê qedandîn bibin xwedî kar.

Azad di dewamê de mînakek da û wiha pêde çû; “Li Hollanda hejmarek mezin gamêş tê xweyî kirin. Liwir beşek mezin yê şîrînahiyê ji bo cîhanê tê rêkirin. Ji bo wê ger çêl û gamêş bi awayek zanistî werin xweyî kirin, hikumet jî alîkar bide, wê bibe çavkaniyak baş ya xelkê. Di heman demê de wê ji bo hikumetê jî çavkaniyek baş çêbibe.”

Rêveberê veterînerê yê navçeya Seyîdsadiq Dr Bêstûn Ebubekir jî li ser alîkarî dayîna xwediyên gamêşan axivî û got; “Xwediyên lawiran serdana me dikin, em bi qasî ku dikarin alîkariyê didin. Lê di aliyê dayîna derman û tendirustiyê de qeyrana aborî heye. Em nikarin alîkariya xwediyên lawiran bikin.”

https://youtu.be/N2hgRhdIG-Q

(nr)