Li Silêmanî bi boneya roja jîngehê çalakiyek hunerî hate li darxistin

Sêşem, 16 Avrêl 2019 – 17:17  SILÊMANÎ/ROJNEWS

Li Silêmanî bi boneya roja jîngehê çalakiyek hunerî hate li darxistin

Bi boneya Roja Jîngehê ya Herêma Kurdistanê, li Çayxaneya Hunerê ya Fermanberan a li Silêmanî çalakiyek hunerî hate li darxistin, di çalakiya hunerî de helbest, stran û 70 gulên ji rengên cûda li ser beşdarvanan hatin belav kirin.


Danê êvarê li Çayxaneya Hunerê ya Fermanberan a li Silêmanî bi boneya Roja Jîngehê ya Herêma Kurdistanê, ji aliyê Partiya Sewza Kurdistanê ve çalakiyek hunerî hate li darxistin. Di çalakiya hunerî de Helbestvanên bi navê Ako Şaroşî, Perî Qeredaxî û Pîroz Hacî Hebîb çend helbestek pêşkêş kirin, herwiha Elyas Cula û Senger Pêncwênî jî stran gotin.

Di destpêka çalakiya hunerî de Sekreterê Partiya Sewza Kurdistan Milko Bazyanî axaftinek kir got; “Pêwîste em hemû bi hevre jîngeha xaka xwe bi parêzin û ji niha şûnde destûr nedin ku ev jîngeh qirêjtir bibe. Pêwîste malbat hîn zêdetir zarokên xwe fêrî parastina jîngehê bikin û divê li dibistanan jî waneyek taybet li ser jîngehê were dayîn.”

Piştî ku helbest û stranên li ser jîngeha Kurdistanê hatin gotin, 70 gulên ku ji rengên cûda hatibûn amadekirin bi ser beşdarvanan hatin belav kirin.

(şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist