Li Silêmanî ji bo Heskîfê çalakiyek hat lidarxistin

Komek jîngehparêz ji bo navçeya dîrokî Heskîf a li Bakurê Kurdistanê di bin ava Bendava Ilisû de nemîne, bi dirûşma 'Parastina Heskîfê parastina mirovayetiyê ye' çalakiyek li darxistin.


Di saetên êvarê de li ber Baxê Giştî yê Silêmanî komek jîngehparêz ji bo balê bikişînin ser kiryarên dewleta Tirk ku hewildide navçeya dîrokî Heskîfa li Bakurê Kurdistanê di bin ava Bendava Ilisû de bihêle, çalakiyek nerazîbûnê lidarxistin.

Di çalakiyê de pankartên ku têde hatibûn gotin, "Parastina Heskîfê parastina mirovahiyê ye", "Pirek çêkin, ne bendavê çêkin" hatin hilawistin.

Jîngehparêzê binavê Ararat Zerdeşt têkildarî çalakiyê got; "Çalakiya me li dijî wan projeyên dewleta Tirke ku dixwazin deverên dîrokî yên li Bakurê Kurdistanê wêran bike ye."

Hêjayî gotinê ye, Helkefta Jiyandina Heskîfê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya yê li Heskîfê, îro daxuyaniyek dabûn û diyar kiribûn ku rayedarên hikûmeta Tirkiye diyardikin ku wê di 10'ê Hezîranê de ava Bendava Ilisu were girtin.

Di dadxuyaniyê de hatibû gotin, "Projeya Ilisûyê ji serî heta binî projeyeke hilweşîner e, bi vê projeyê re di serî de Heskîf mîrateyeke çandî ya girîng a herêma Mezopotamyayê wê di bin avê de were hiştin, 80 hezar mirov wê hejar bibe û her wiha wê bi xwe re Geliyê Dîclê jî ku xwedî pirrengiyeke biyoyê ye tine bike. Projeya Bendava Ilisûyê wê bi xwe re hilweşîna civakî, aborî, çandî û ekolojîk jî bîne."

(şk)