Li Silêmanî welatiyan serban û pêş malên xwe xistine cihê çandiniyê

Pênçşem, 25 Tîrmeh 2019 – 08:20  SEMÎRA ŞEHABÎ/ROJNEWS

Li Silêmanî welatiyan serban û pêş malên xwe xistine cihê çandiniyê

Li hinek taxên bajarê Silêmanî  çandina daran û çêkirina baxçeyan herku diçe zêdetir giringî pê tê dayîn. Welatî li şûna herin bazarê pêdawistiyên xwe yên rojane bikirin, li nava hewşa mala xwe de yanjî li ser serbanê mala xwe baxçe çandine û ji van baxçan pêdawîstiyên xwe yên rojane peyda dikin.


Dema mirov dinava hinek taxên Silêmanî de derbaz dibe, mirov dibine li ber deriyê hinek malan baxçeyek biçûk heye û dinava van baxçeyên biçûk de gelek pêdawistiyên rojane têde hatine çandin. Ji ber nêzîkbûna  jinan ya ji xwezayê re, jin hîn zêdetir bi vê karê çandiniyê re mijûl dibin.

Jina binavê Exter Fethullah jî yeke ji wan jinan li ber derê mala xwe ya li taxa Komarî baxçeyek biçuk çêkiriye û têde gelek şitlên, hinar, tû, hêjir, goz û gulberoj çandiye. Herwiha baxçeyê xew beş beş kiriye û têde bamya, kulind, xeyar, fasulye, silk, tivir, kerefs û zebeş çandiye. Beşek din jî ji baxçeyê xwe çîm têde çandiye, li ser dirûnin û bêhna xwe divedin.

Dayîka Exter dema saet 7’ê sibehê dirabe semawerê xwe yê çayê pêdixe ji bo taştê, piştre selika xwe dixe destê xwe û berê xwe dide nava baxçê xwe, ji bo pêdawistiyên wê rojê biçine.

Li taxa Komarî ta niha xeta avê nehatiye kişandin, welatî bi tankerên avê ava xwe tînin. Ji berwê yekê  dayîka Exter bi rêya bîrên cîranên xwe baxçeyê xwe av dide. Dayîka Exter diyar dike ku dema roj ava dibe wê demê baxçeyê xwe avdide, herwiha diyar dike di dema germê de nabe avdanî were kirin, ji berku ew av dibe hêlm û tu sûdek nade şînkatiyê.

Jiber kêmaniya avê her çendî ku baxçeyê xwe bi dilê xwe çênekiriye, lê cardin diyar dike ku ew bi çandina van şitil û zebzeyan gelek kêfxweşe û gelek sebra wê pê tê. Dayîka Exter dibêje dema ku ew diçe nava baxçeyê xwe de ew di warê derûnî de hest bi aramiyê dike.

Dayîka Exter li ser giringiya keda xwe û berhemê ku bi destdixe wiha got; “Ew fêkî û zebzeyên  ji derve tên baweriya mirov zêde pê nayên ka çawan têne çandin. Lê ev berhem ji berku min bi xwe çandine ez jê piştrastim, çi dema tiştek ji mere pêwîstbe ji vî baxçeye em bidestdixin, têra cîran û xizman jî dike.”

Li wan taxên ku cihê çandiniyê li pêş malan tûneye, welatî dinava hewşa mala xwe de yanjî li ser serbanê mala xwe baxçe çandine. Welatî bi vê yekê peyama wê çendê didin ku bi derfetên kêm jî mirov dikare çanda gundan û çandiniyê li nava bajaran de jî berdewam bike û li benda berhemên welatên cîran nemînin.

(şk)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist