Li Silêmaniyê 120 donum puş şewitî

Yekşem, 22 Îlon 2019 – 13:03  NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê 120 donum puş şewitî

Li herêma bajarokê Qeredax û Sengawî a ser bi Silêmaniyê, ji ber şewatê, 120 donum puş şewitî û 200 dar jî şewitîn.


Rêveberiya polîsên daristan û jîngeha Silêmaniyê, di derbarê şewatên çend rojên dawî yên li Silêmaniyê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gundê Alîawa a ser bi bajarokê Qeredax agir bi puş ketiye. Piştî ku tîmên agir kuj gihiştin cihê bûyerê, karîn bi alîkariya welatiyan agir kontrol bikin. Hat diyarkirin ku ji ber agir nêzî 20 donum puş şewitiye. Herwiha 3 baxçeyên fêkiyan jî şewitîne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber bûyerê welatiyek hatiye binçavkirin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Li çiyayê Segirme ya dikeve sînorê gundên Rebat, Darberu û Qelage a ser bi bajarokê Sengaw agir bi puş ketiye. Di encamê de 100 donum puş şewitiye. Herwiha 200 dar jî şewitîne û piştî wê agir hatiye kontrol kirin. Lê hîn jî sedemê agir nayê zanîn û lêkolîn dewam dike.”

(nr)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist