Li Silêmaniyê 14 kesên din bi virûsa Korona ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku di nava sînorên Parêzgeha Silêmaniyê de 14 kesên din bi virûsa Korona ketine.


Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nava sînorên Parêzgeha Silêmaniyê de 14 kesên din bi virûsa Korona ketine.

Hat diyarkirin ku 5 kes li nava bajarê Silêmaniyê, yek li Pênciwîn, yek li gundê Siyagoz ê girêdayî Pênciwên, yek li bajaroka Şaredê Sîtek û 7 jî li navçeya Derbendîxan bi virûsê ketine.

Li gorî daxuyaniyê ji kesên bi virûsê ketine 8 jin, 6 jî zilam in.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nava 14 kesan de 2 kes qet neçûne derveyî welat û nayê zanîn virûs ji ku girtine.

Li gel hejmarên dawî, hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi virûsa Korona ketine, derket 142’yan.

Heta niha 53 kesên bi virûsê ketibûn jî, baş bûne.

(a)