Li Silêmaniyê 140 donim erazî û 2 hezar dar şewitîne

Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngeha Silêmaniyê eşkere kir ku îsal 140 donim poş û pawen û 2 hezar dar li Silêmaniyê û navçeyên wê çewitîne. Li gorî agahiyên dane sedema hinek şewatan nediyare.


Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngeha Silêmaniyê bi daxuyaniyekê bîlançoya şewata îsal li parêzgeah Silêmaniyê derketî eşkere  kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî tên dayîn; "Li herêmên gundê Siwêrîle û Hermîle şewat derkete û ji ber 20 donim poş û pawen şewitiye. Herwiha li çiyayê Giwêje ji ber çewata derketî 70 donim poş û pawen û 2 hezar dar şewitîne.

Li herêma Sîtek ji ber şewata berfireh 50 donim erazî şewitiye û sedema wê nayê zanin. Sedema hinek şewatan nediyare û hinek şewat ji ber birûskê derketiye. "

Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngeha Silêmaniyê bang li welatiyan kirin ku li pişt xwe bermayên agir nehêlin.

(ab)