Li Silêmaniyê 15 donim erazî şewitî

Sêşem, 16 Tîrmeh 2019 – 12:53  SILÊMANÎ / ROJNEWS

Li Silêmaniyê 15 donim erazî şewitî

Li herêmên Sîtek û Hewarî Şar ên Silêmaniyê 15 donim poş û pawan şewitî. Ji ber şewatê kesek hate binçavkirin.


Li gorî agahiyên Rêveberê Ragihandina  Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngeha Silêmaniyê Hêmin Kemerxan Efendî dane, duh li herêmên Sîtek û Hewarî Şar ên Silêmaniyê 15 donim poş û pawan şewitî.

Li gorî agahiyên Hêmin Kemerxan Efendî dane, li gundê Binawîke ê bajaroka Sîdek şewat derket. Ji ber şewata derketî 7 donim poş û pawan şewitî. Herwiha darên xwezayî jî şewitîne. Şewata derketî ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hate vemirandin. Efendî destnîşan kir ku ji ber şewatekê kesek hate binçavkirin.

Herwiha li Hewarî Şar jî ji ber temasa ceryanê şewat derket. Demildest tîmên agirkujiyê gihîştin cihê şewatê. Ji ber şewatê 8 domin erazî şewitî. Herwiha nêzî 500 daran ziyan dît.

(ab)

 

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist