Li Silêmaniyê 16 hezar donim erazî şewitî

Ji ber sedemê nediyar li bajarokên Germik û Berzince yên Silêmaniyê zêdetirî 16 hezar donim eraziyê pûş û pawen şewitîn.


Rêveberê Ragihandina Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngeha Silêmaniyê Hêmin Kemerxan Efendî eşkere kir ku sedemên nediyar li bajarokên Germik û Berzince yên Silêmaniyê zêdetirî 16 hezar donim eraziyê pûş û pawen şewitîn.

Rêveberê Ragihandina Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngeha Silêmaniyê Hêmin Kemerxan Efendî ev agahî dan;"Di du bûyerên şewatê yên li herêma gundên Şeyan, Mîşyaw, Nermelan û Şîre yên ser bi Germik de nêzî 15 hezar donim pûş û pawan şewitî. Sedema şewatê nayê zanîn. Tîmên agirkujiyê bi alîkariya gel agir vemirandin. Ji aliyê din ve li herêma gundên Mayawa, Deretet û Muryas yên herêma Berzince şewat derket. Piştî ku polîsên parastina jîngeh û daristanan gihîştin cihê şewatê, agir kontrol kirin. Ji ber şewatê zêdetir hezar donim poş û pawen şewitî. Herwiha hinek dar ji şewitîn."

(ab)