Li Silêmaniyê 45 donim erazî şewitî

Di nava dû rojan de li herêmên Qeredax û Baziyan ên Silêmaniyê 45 donim poş û pawan şewitî û sedemê şewatê jî hîn nayê zanin.


Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê yê  bajarê Silêmaniyê îro bi daxuyaniyek eşjere kir ku di nava 2 rojan de 45 donim poş û pawan şewitiye.

Berdevkê Ragihandin Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê yê Silêmaniyê Hêmin Kemerxan ev agahî dan: “Agir herî zêde li gundê Caferan û çiyayê Sole yê herêma Qeredaxê ketiye. Hêzên polîsên darisan û jingehê demildest çûne cihê bûyerê û bi alikariya welatiyan  agirê li navçeya Qeredaxê  kontrol kirin. Her wiha 35 donim poş û pawan, 10 darê xwezayî û baxê welatiya şewitiye. Heya niha jî lêkolîn li ser sedemê agir tê kirin.”

Berdevkê Ragihandin Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê yê Silêmaniyê Hêmin Kemerxan got: “Li deverên Teslûce, Elayî û Teynal ên Bazyan şewatek mezin dertet. Di encama van şewatan de 10 donim poş û pawanê şewitî. Heta niha sedema van şewatan nayê zanin."

(ep)