Li Silêmaniyê 45 donim erazî şewitî

Yekşem, 7 Tîrmeh 2019 – 14:57  NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê 45 donim erazî şewitî

Di nava dû rojan de li herêmên Qeredax û Baziyan ên Silêmaniyê 45 donim poş û pawan şewitî û sedemê şewatê jî hîn nayê zanin.


Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê yê  bajarê Silêmaniyê îro bi daxuyaniyek eşjere kir ku di nava 2 rojan de 45 donim poş û pawan şewitiye.

Berdevkê Ragihandin Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê yê Silêmaniyê Hêmin Kemerxan ev agahî dan: “Agir herî zêde li gundê Caferan û çiyayê Sole yê herêma Qeredaxê ketiye. Hêzên polîsên darisan û jingehê demildest çûne cihê bûyerê û bi alikariya welatiyan  agirê li navçeya Qeredaxê  kontrol kirin. Her wiha 35 donim poş û pawan, 10 darê xwezayî û baxê welatiya şewitiye. Heya niha jî lêkolîn li ser sedemê agir tê kirin.”

Berdevkê Ragihandin Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê yê Silêmaniyê Hêmin Kemerxan got: “Li deverên Teslûce, Elayî û Teynal ên Bazyan şewatek mezin dertet. Di encama van şewatan de 10 donim poş û pawanê şewitî. Heta niha sedema van şewatan nayê zanin.”

(ep)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist