Li Silêmaniyê di 24 saetan de hezar donim erazî şewitî

Sêşem, 2 Tîrmeh 2019 – 14:43  NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê di 24 saetan de hezar donim erazî şewitî

Li Silêmaniyê di nava 24 saetan de hezar donim eraziyê bi poş û pawan şewitî.


Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê Hêmîn Kimirxan Efendî eşkere kir ku di nava 24 saetên borî de, di sê bûyerên şewatê de yên li Axaceler, Mawet û Qeredax de hezar donim poş û pawan şewitîne.

Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê Hêmîn Kimirxan Efendî eşkere kir ku li herêma bazaroka Gapîlonî ser bi navçeya Mawet şewit derketiye û tîmên agirkujiyê gihîştin cihê şewatê. Lê ji ber asêbûna herêmê û metirsiya hebûna mayîna û nebûna amûrên pêwîste vemirandina agir dijwar bû. Piştî şewata nêzî hezar donim poş û pawan agir hate vemirandin.

Ji aliyê din ve li herêma Axceler a ser bi qezaya Çemçemal şewat derket. Ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hate vemirindin. 9 donim erazî şewitî.

Li çiyayê Şekirme ya herêma Qeredax şewat derket. Demil dest tîmên agirkujiyê gihîştin cihê şewatê û şewat kontrol kirin. Ji ber şewatê 2 donim erazî şewitî.

Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê Hêmîn Kimirxan Efendî eşkere kir ku sedema şewatan nediyare û lêkolîn dike.

(ab)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist