Li Silêmaniyê di nava 2 rojan de 6 hezar donim erazî şewitî

Pênçşem, 27 Pûşper 2019 – 12:58  SILÊMANÎ / ROJNEWS

Li Silêmaniyê di nava 2 rojan de 6 hezar donim erazî şewitî

Li herêma bajaroka Dukan a Silêmaniyê di nava 48 saetan de ji ber şewata berdewam 6 hezar donim eraziyê pûş û pawan şewitî. Polîsên Parastina Daristanan eşkere kirin ku ji ber nebûna amûrên pêwîst nikarin zû agir kontrol bikin.


Di 24’ê Hezîranê de li zincîre çiyayê Qeresird ê bajaroka Dukan a Silêmaniyê şewat derket û piştî 48 saetan şevê din ji aliyê welatiyan û tîmên agirkujiyê ve hate vemirandin.

Rêveberê Ragihandina Polîsên Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê Hêmin Kemerxan ev agahî dan;”Ji ber sedemek nediyar li herêma gundê Qeresird a Dukanê agir derket. Her çiqas tîmên me di saeta destpêkê de gihişt wir, lê ji ber astêbûna herêmê, reşebayê, dîsan metirsiya mayînan, nebûna amûrên pêwîst û taybet ên kontrolkirina agir dereng ket.”

Rêveberê Ragihandina Polîsên Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê Hêmin Kemerxan diyar kir ku bi alîkariya welatiyan piştî 48 saetan agir hate vemirandin û got ku nêzî 6 hezar donim erazî û bi dehan darên xwezayî şewitîn.

(ab)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist