Li Silêmaniyê pêngava berû çandinê

Çarşem, 27 Nov 2019 – 14:04  SILÊMANÎ / ROJNEWS

Li Silêmaniyê pêngava berû çandinê

Li çiyayên Ezmir û Goyize yên Silêmaniyê wê 10 hezar berû werin çandin. Wê hefteya bê jê pêngava çandina hezaran berûyan destpê bike. Qaymeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed diyar kir ku ev pêngavek mezin a nîştimanî ye û armanca wan parastina jîngehê ye.


Qaymeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed îro li çiyayên Ezmir û Goyize yên Silêmaniyê pêngavek berfireh a çandina berûyan da destpêkirin. Pêngav ji aliyê Rêveberiya Daristan û Pawan a Silêmaniyê û Qaymeqamtiya Silêmaniyê ve tê meşandin.

Armanca pêngava zêdekirina keskahiyê û parastina jîngeha Silêmaniyê ye. Biryare di pêngavê de 10 hezar berû werin çandin.

Qaymeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed têkildarî pêngavê axivî û got;”Çiyayên Ezmir û Goyize beşek girîng ên jîngeha Silêmaniyê ne û pêngav jî pêngavek girînge. Ji bo parastina jîngeh û zêdekirina kesk kirina herdu çiyayên Ezmir û Goyiz pêwîstiyeke.”

Qaymeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed eşkere kir ku qonxaa yekem a pêngavê hatiye destpêkirin û wê hefteya bê jî pêngavek berfireh bidin destpêkirin û bi hezaran berû biçinin.

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist