Li Silêmaniyê sed donim erazî şewitî

Duşem, 17 Pûşper 2019 – 12:36  SILÊMANÎ / ROJNEWS

Li Silêmaniyê sed donim erazî şewitî

Rêveberiya Daristan û Jîngeha Parêzgeha Silêmaniyê eşkere kir ku bajaroka Mawet a Silêmaniyê zêdetirî sed donim erazî şewitî.


Rêveberiya Daristan û Jîngeha Parêzgeha Silêmaniyê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku zêdetirî sed donim erazî li gundê Qeşar ê herêma Şarbazêr ê bajaroka Mawet ê Silêmaniyê şewitiye.

Rêveberê Ragihandina Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngeha Silêmaniyê Hêmin Kemerxan diyar kir ku li gundê Qeşar agirek dijwar derket û di demek kin de tîmên wan gihîştine cihê şewatê û got; “Ji ber asêbûna herêmê û hebûna teqemeniya zêdetirî 100 donim poş û pawen şewitî. Herwiha dar ji şewitîne. Em hemû bi hev re jîngeha Kurdistanê biparêz in. Bi taybet di vê demsalê de cihê ku hûn diçinê bermayên agir li pişt xwe ve nehêlin. Ji bo ku karasatên mezin  rû nedin.”

(ab)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist