Polîsên Daristan û Jîngehê yên Soran 100 balinde û ajelên kuvî ku ji aliyê nêçîrvanan ve hatibûn girtin, li Çiyayê Hesen Beg cardin berdan nava xwezayê.
Berdevkê Polîsên Daristan û Jîngehê yê Soran Emîr Xoşewî di civînek çapemeniyê de eşkere kir wan îro 2 gurî, 6 sivorî û 100 balindeyên cûda ku ji aliyê nêçîrvanan ve hatibûn girtin, carek din berdan nava xwezaya herêmê.
Emîr Xoşewî eşkere kir îsal ji ber nêçîra balinde û ajelên kuvî 8 kes hatine binçavkirin û wê dadgeh derbarê wan de ceza bide.
(kş)