Li Xaneqîn kompanyek petrolê 1000 şitlên zeytunan çand

Çarşem, 29 May 2019 – 19:29  XANEQÎN/ROJNEWS

Li Xaneqîn kompanyek petrolê 1000 şitlên zeytunan çand

Li sinorê navçeya Xaneqînê kompanyek petrolê 1000 şitlên zeytunan çand.


Îro dinavbera herdu gundên Qelatey Gewre û Qelatey biçuk yên li bajarokê Quretuw yên ser bi navçeya Xaneqînê, kompanya petrolê ya binavê Bêt Oil ku ev sê salin li gundê Çiya Surx karê derxistina petrolê dike, pêngava çarem a çandina şitilên zeytûnan li darxist.

Yek ji rêveberên vê pêngavê Yadgar Xalib, têkildarî pêngava çarem ya şitil çandinê ji ajansa me re axivî û wiha got; “Me 1000 şitlên Zeytunên Soran dinavbera herdu gundên Qelatey Gewre û Qelateya biçûk de çandin. Ev şitil li ser 60 donim zevî hatin çandin. Ev cûrê zeytunan hem ji aliyê tama xwe ve hemjî di aliyê ronê xweve ji zeytûnên din cûdatire.”

Yadgar Xalib eşkere kir ku ji sala 2016’an ve ev pêngava çarem ya çandina şitlên zeytunane, herwiha diyar kir ku wana heya niha 4 hezar şitlên zeytûnan çandine.

(şk)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist