Lûksembûrg ji bo parastina jîngehê biryareke girîng da

Duşem, 24 Feb 2020 – 13:42  ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN

Lûksembûrg ji bo parastina jîngehê biryareke girîng da

Rêveberiya Lûksembûrgê ji bo parastina jîngeh û sivikkirina trafîkê biryar da pas, trên û Tramvayên di nava bajêr de dixebitin ji bo welatiyan bê beramber ango bê pere bixebitin.


Lûxsembûrg îmze avêt bin biryareke girîng a cara yekemîne di cîhanê de pêktê. Rêveberiya Lûxsebûrgê ji bo parastina jîngeh û sivikkirina trafîkê biryar da ku ji 1’ê Adarê şûn ve pas, tren û tramvayên di nava bajaran de dixebitin bê beramber ji bo welatiyan bixebitin.

Li gorî zanyariyan hikûmet ji sala 2018’an ve li ser vê planê dixebite. Berdevkê Hikûmetê Dany Frank diyar kir ji bo wesayîtên şexsî bên kêm kirin wan biryareke bi vî awayî dane. Frank her wiha dazanîn piştî ev plan kete meriyetê şûn de wê êdî welatî bê bilet bikarin li van wesayîtan siwar bibin.

Xerca vê planê ya salane 41 milyon euro digire. 

Ji bo kesên jêr temenê 20 salî ji sala 2019’an ve li Lûksembûrgê pere ji bo hatin û çûyîna bi van wesayîtan nayê sitandin.

Têgotin tevî welateke biçûke û xwedî nifûseke kême jî, xwedî trafîkeke qelebalixe. 

(bz)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist