Mamostayê Beşa Jeolojî yê Zanîngeha Silêmaniyê Diyarî Mihemed diyar kir ku li Herêma Kurdistanê asta ava binerd daketiye û li gorî deveran asta daketina avê cudaye û niha beşek ji kaniyan çikane. Diyarî Mihemed destnîşan kir ku divê hikûmet rê li pêşiya kolandina bîrên avê bigire.
Li Herêma Kurdistanê hatina havînê û hişkesaliyê li ser çavkaniya avê metirsî çêkiriye. Li gorî pisporan asta ava binerd daketiye û gelek kaniyên avê çiqane.
Mamostayê Beşa Jeolojî yê Zanîngeha Silêmaniyê Diyarî Mihemed li ser pirsgirêka kêmbûna avê ji ajansa me re axivî û got: “Ava binerd çavkaniya ji sedê 30’ê ava şirîn a cîhanê ye. Li Kurdistanê jî çavkaniya ava şirîn ava binerde. Embarek baş a ava binerd heye. Lê, ji ber sedema ku di du salên borî de hişkesalî hebû, asta ava binerd li hemû herêmê daketiye, lê rêje li deverekê ji deverek din cuda ye. Çavkaniya ava binerd jî daketinê pêk tê.”
Diyarî Mihemed wiha domand: “Niha bi temaşekirina bîrên avê ji me re derdikeve holê ku ava binerd daketiye û di heman demê de jî beşek ji kaniyên avê çiqane yan ji ava wan kêm bûye. Sedema sereke ya daketinê jî kêmbûna ava baranê ye. Ew hejmarên ku di medyayê de qala asta ava binerd dike, ne rast in. Ji ber ku asta daketinê li gorî cihê ku baran baş bariye, cihê ku baran baş bariye ast kêm daketiye, asta daketina ava binerd her çiqas be, ziyana wê zêde ye, bi taybet ji bo wan herêmên çandiniyê.”
Mamostayê Beşa Jeolojî yê Zanîngeha Silêmaniyê Diyarî Mihemed diyar kir ku divê hikûmet hişyariyê bide welatiyan û wiha domand: “Divê di heman demê de plana wê hebe, ji bo ku bizanibe ku di çi demê de ava binerd bikar bîne. Herwiha ji bo qedexekirina bîrên neyasayî û kontrolkirina wan bîrên ji aliyê rêveberiyan ve tên kolandin plana wê hebe. Ji bo ava malan çawa amûra pîver danîne, pêwîste bi heman awayî hikûmet pîveran ji bo bîran jî dane. Ew cihên ku wesayît lê tên şûştin û têde ava binerd bi kar tînin pîveran danin. Bi riya sîstemekê careke din avê bikar bînin.”
(ab)