Mamostayê Zanîngehê Dr. Salih: Ji bo parastina jîngehê vîrûsa korona hişyariyek bû

 Jîngehparêz û Mamostayê Zanîngehê Dr. Salih Necîb ragihand ku vîrûsa korona weke diyardeyekî xwezayî peyda bûye û ji bo welatan zengeke ku xwezayê biparêzin û destdirêjiya mirovan a li ser jîngehê were bi dawî kirin.


Jîngehparêz û Mamostayê Zanîngehê Dr. Salih Necîb  diyar kir ku qirêjbûna jîngehê bandoriyek mezin li ser aboriya cîhanê û bilindbûna pileya germê kiriye û atmosfetekî metirsîdar bû û got ku lê vîrûsa korona weke zengek hişyarkirina welatane û got;”Ji hikûmetên welatan re got, sînorekê ji destdirêjiya li ser jîngehê re dane ku bi agadar bin.”

Jîngehparêz û Mamostayê Zanîngehê Dr. Salih Necîb eşkere kir ku metirsiya qirêjbûna jîngehê ji metirsiya korona xerabtire, ji ber ku korona tenê gefê li mirova dike, lê qirêjbûna jîngehê gefê li ser av, hewa, zîndî û aboriya cîhanê jî dike.

Salih Necîb dazanîn ku divê plana Herêma Kurdistanê ya piştî vîrûsa korona hebe û sînorekê ji bo zêdebûna wesayît û palîngeh re dane û sûd ji enerjiya paqij bigire.

Jîngehparêz û Mamostayê Zanîngehê Dr. Salih Necîb destnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê rojane nêzîkî 6 milyon lître sûtemenî tê şewitandin, herwiha ji bo yek milyon lître sûtemenî nêzîkî 2 milyon û 500 hezar kîlogram gaza karbondîoksît diçe hewa, herwiha ji bo yek lîte gaz jî 13 hezar kîlogram gaza karbonmonoksît diçe hewa ku gaza jehrî ye.

(ab)